NAMEYA DAWÎ
Ji nivîsandina Canê Omar
Dîsa wekî her şev
Te ez hêlam di nav bagera bêçaretîyê de
Di nav êş û azarên xwe de
Kelogirî dibim
Bi dilekî melûl dilorînim
Li ber kevirê sebrê
Birîn fereh dibin
Şev tarî dibin
Hêvî winda dibin
û ez jî mîna her car xwe winda dikim
di kahniya rondikên xwînê…
ê ber bi Qamişlo, Dêrikê û terbespîyê ve diherkin..
hawar bilind dibin
bi navê te dibakin
tû jî wekî her car
bi wan hestên xwe ê cemidî
sînora bilind dike
qedexeyan pir dikê
û min di nava xapandina xwe digevêzê.
Lê bawerke ez westiyam
û êdî nema karim li ber dîwarê dilê te ê derizî rawestim
Û nema pûşê hêlîna te germahiyê dixê hinavê min
Ê ku wekî hestê te cemidî man
Here esmer
Nema li hêvîya min bimîne li şevên qedexe
Dilê min hew karê govenda bawerîyê birêve bikê
Ew hestên derwîn
Ew kenê xapînok
Ew gotinên mezin
Hew min serxweş dikin
Û ez êdî hew karim li pey dilekî MIRÎ bibezim…