Kurtejiyana min

Li payîza welatê xwe ku niha kêliyên jiyana min bûne malzaroka êşên wê û tebata xwe bi serpêhatiyên axa wê tînim, li 4ê heyva 11 li sala 1988ê di hembêza bajarokê Tirbespiyê de ji dayîk bûm. Zarokatiya min, roj û demên gulgulî û yariyên zarokatiya min û hevaltiya min ya bi dilopê baranê re, bi leystikên tîrêjên rojê re a li ser axa dayika min derbas bûn. Lê, wek gelek malbatên kurd yê rojavayê kurdistanê, ez jî li gel malbata xwe bûm koçberê welatê xerîbiyê. Ev çend salin em li Almaniya niştecihin. Jiyana min di navbera çar dîwarên cemdî, xwendin, wêne û helbestê de derbas dibe. Li vî welatê dûrî çand, bêhin û evîna welatê min, wêne û helbest bûne zimanê min, bi taybetî wêneçêkirin bûye zimanê derûna min. Jibîr nekim, kesatiya diya min, rondikên wê, awirvedana wê, sirûda kenê wê bûye wêneke her kêlî ya eşqa welat li ber çavê min…Li vî welatî her roj birînên xwe bi bîranînên hesreta axê derman dikim, lê çi bikim her birîneke min ji birîna din re dibe dayik!

Freitag, 29. Januar 2010

Hevpeyvîn - rojnama ye Rûdaw


Dienstag, 26. Januar 2010

captivation of Fatigue

Freitag, 15. Januar 2010

Canê Omar - Bîranînê tazî

Bîranînê tazî

Dienstag, 12. Januar 2010

BÊRIYA TE DIKIM

BÊRIYA TE DIKIM

Ji nivîsandina Canê Omar




Pêlên şevê giran dibin
Evîna te di gêjelokên dilê min ê şeyda de dikelê
Û tu ji min dûr
Îşev jî tu mêhvanê xemgîniya min î
Bi wî kenê xwe ê tolaz
Bîranînê min serav û binav dikê
Dikevim taya bêrîkirin û dîtina te

Ez bêrîya te dikim esmer
Bêrîya wan ramûsanên şevên qedexa dikim
Bêrîya dengê te dikim
Ku di nava kûratîya wî de hemî deng hatin veşartin

Aax dil !
Çend demsal derbasbûn berî tu werê
Da di banga wî dengî de ez xwe jibîrkim

Çend hêvî li ser wê pireka dirêj
Ku dinavbera lêvê me de mirin

û çend xwezî bi bayê hesretên min
ser û binî hev dibûn

û çend ?..
û çend?..

bextê wan şevên ku demekî zimanê me bû
carekê were min hembêz ke
vê cemdê di singa min de bikûje
ne hêla berbanga me melûl razê..

were hestên asoya li min fereh ke
û carekî xunava evînê li min bibarîna
were em bi destê hev bigirin
û li gemya bawerîyê siwar bibin
û ber bi evînek bê sînor ve bimeşin
BI SÎNORÎ tekçûyîne herî mezina

Sonntag, 3. Januar 2010