EZ Û ŞEVÊN BÊ DAWÎ
Ji nivîsandina Canê Omar
Ez û şevên bê dawî
Stêrik û heyv û mahîtab
Bîranînên te hembêz dikin.
Wek avek zelal xwe di berdê ser bedena min
Bedena min ya şewat…
Lêvên ku ziwa bûne bê ramûsanên te
Gazî te dikin…
Li te digerin li şevên lal de
Di nav rûpelên demê berê de
ew rûpelên ji avê
ji mij û dûmanê…
dibin remedîlk
belav dibin..
tune dibin...
Bi dor min dikevin pêpelûkên mirinê
Ez tune dibim...
tu winda dibî...
Dikim hawar
Dîsa Bi dilekî melûl
li te digerim
Di payîza helbestek xeyidî de
Ez dibim mîna
çiloyê payîzê, ji xwe diweşînê
min dibê û tîne
li hêvîya buhara te dişewtim.
Were bese
Evînê ne kuje
Ev evîna min bi rondikê payîzê avda
Ne veşêra
min nesipêre vê bêrîkirin û tunebûnê
ne sipêre bê dengîyê!!
evîna me nesipêre qederê
were dîwarê qederê hilweşîne
evînek bê qedexa avake…
li sînora ne pirsa
Evîn bayekî bê sînor e !!!
zor sipas Canê
AntwortenLöschenwww.roj-ava.com www
rojavanews.com
Xwîşka delal canê
AntwortenLöschenBerî her tiştî ez di xwazim bêjim ev qurçika ku te ji xwere çêkiriye pir xweşe û xweşike..
Delalê hest zelalê cana xem bar (hêvî di kim ku xemê te nebin)
Birastî min dema ku ev helbesta te xwend ez pir ketim xem û xeyala de ez û hestê xwe jev windabûn ji ber ku tiştê ku te danî ne gotinin yan jî helbeste, evaya delalê rastiya keçekêne.
Dîrok û sirûda hestê li koçberiyê ne
Aaax ji derdê vê koçberiyê çi anî serê me....
Cana delal mamostaya pênos zêrîn ez ji dilê xwe xweşiyê û serkeftinê bo te di vim.
Her destê te sax bin û her hestê te geş bin
Birayê te : Rêwî Girpirî
hestên te ê zelal min birin warê ashopîyê
AntwortenLöschenbawerke ev cara yekê ye ez keçek ciwan di temnê te dibînim bi vî hawayi dinvîsê
her serkeftî bê
û hêvî dikim berdewam kê