Kurtejiyana min

Li payîza welatê xwe ku niha kêliyên jiyana min bûne malzaroka êşên wê û tebata xwe bi serpêhatiyên axa wê tînim, li 4ê heyva 11 li sala 1988ê di hembêza bajarokê Tirbespiyê de ji dayîk bûm. Zarokatiya min, roj û demên gulgulî û yariyên zarokatiya min û hevaltiya min ya bi dilopê baranê re, bi leystikên tîrêjên rojê re a li ser axa dayika min derbas bûn. Lê, wek gelek malbatên kurd yê rojavayê kurdistanê, ez jî li gel malbata xwe bûm koçberê welatê xerîbiyê. Ev çend salin em li Almaniya niştecihin. Jiyana min di navbera çar dîwarên cemdî, xwendin, wêne û helbestê de derbas dibe. Li vî welatê dûrî çand, bêhin û evîna welatê min, wêne û helbest bûne zimanê min, bi taybetî wêneçêkirin bûye zimanê derûna min. Jibîr nekim, kesatiya diya min, rondikên wê, awirvedana wê, sirûda kenê wê bûye wêneke her kêlî ya eşqa welat li ber çavê min…Li vî welatî her roj birînên xwe bi bîranînên hesreta axê derman dikim, lê çi bikim her birîneke min ji birîna din re dibe dayik!

Freitag, 3. Dezember 2010

BENDEMANÎ

Çend nemeyên bê bersiv min nivîsîn
Çend Şevên bê dawî min xew nekir
Çend demjimêrên bendemaniyê li ser werîsê hêviya bihûrîn
Çend payîzên zer ser min û te de derbas bûn

Her tu mayî tu
Di nava tenhatî û bêdengiya xwe de
Û ez mam ez
Bendemana dengê tolaz
Bendemana hatineke bê divan
Bendemana yarekî caş û nezan

Tu ne hatî
Pirs ma bê bersiv
Demsal ma payîz
Hêvî mane vemirîn

Û ez mam ez
Dil bi kul û gêj û mest
Azarên te li dil venişt
Bi destê xwe te dilê min îro kûşt

Canê Omer