Kurtejiyana min

Li payîza welatê xwe ku niha kêliyên jiyana min bûne malzaroka êşên wê û tebata xwe bi serpêhatiyên axa wê tînim, li 4ê heyva 11 li sala 1988ê di hembêza bajarokê Tirbespiyê de ji dayîk bûm. Zarokatiya min, roj û demên gulgulî û yariyên zarokatiya min û hevaltiya min ya bi dilopê baranê re, bi leystikên tîrêjên rojê re a li ser axa dayika min derbas bûn. Lê, wek gelek malbatên kurd yê rojavayê kurdistanê, ez jî li gel malbata xwe bûm koçberê welatê xerîbiyê. Ev çend salin em li Almaniya niştecihin. Jiyana min di navbera çar dîwarên cemdî, xwendin, wêne û helbestê de derbas dibe. Li vî welatê dûrî çand, bêhin û evîna welatê min, wêne û helbest bûne zimanê min, bi taybetî wêneçêkirin bûye zimanê derûna min. Jibîr nekim, kesatiya diya min, rondikên wê, awirvedana wê, sirûda kenê wê bûye wêneke her kêlî ya eşqa welat li ber çavê min…Li vî welatî her roj birînên xwe bi bîranînên hesreta axê derman dikim, lê çi bikim her birîneke min ji birîna din re dibe dayik!

Freitag, 19. Februar 2010

Dîwarê renge reng



Canê Omar

4 Kommentare:

  1. Civandina van rengan di ve tabloye de gelek xwes e.

    AntwortenLöschen
  2. Fantastisch

    die werden immer besser

    weiter so

    AntwortenLöschen
  3. لوحة جداَ رائعة و معبرة
    و اختياركي للالوان دليل على مهارتك في الرسم

    ننتظر جديدك

    AntwortenLöschen
  4. her bijî canê
    te ji zûve tishtek nû ne daxiytiye
    hêvî dikim nêzîm em nû yê te bibîn in

    tu her hebî kecha delal


    Shiyar Mûsa

    AntwortenLöschen