Canê Omer
Bayê hesretê
Li gel bayê hesretê
Hêvî têkdiçin
Asoyên hestan teng dibin
Stêrik ji bêdengiya te bêzar dibin
Û ez di nav sarxuhdana tayên dorpêçkirî de
Ser av û bin av dibim
Tune dibim
Xelekên bîranînên xwe sêdar dikim
Laşê min bi reşekonê mirinê dipêçe
Erê rojhilatiyo!
Dilê te tim bi wan payizan
Jiyan bê hest dikir
Bê wate dikir
Gelek demsalan te ez li pey dilê xwe yê mirî dibezandim
Gelek şevên sar
Te ez di xaniyên bê dîwar û bê pencere de dirazandim
Lê dilê siwarê hêviyên te
Rastiya hestên te yên xapînok naskirin
û îşev govenda mirina evîna te digerîne
îşev ez ê xwe ji gunehên şevên te bişom
min bîranînên te di warê jibîrkirinê de veşartin
û wêneyên te ji jêrzemîna dilê xwe avêtin..
erê bê bext
bê bextî nema kare min di nav hestên dilberan de dîl bike
here..
û hewil nede ez vegerim
min ji zû ve ferhenga derewên te ji ber dergehê dilê xwe rakir.
Li ber bayê hisretê te ey dilê şikestî çend birîndara ezê laşên wan lev bidim hev
AntwortenLöschenEy dil ma nebese evîna bi azerîn û azer
Bese dilê evîndar bese
Cana delal
Birastî dema ku merov derbasî van hestê tey delal di bê yek nema dizanê ger hest hewar di kin yan em hewarî hestan di kin
Gelkî xweşin hestê te xwîşka hêja
Serkeftin bo te û her pênûsa te sax bê
Li gel silav û rêzê min
Rêwî girpirî